Kobanî | Di encama teqîna mayînekê de 2 zarokan can dan

03 September 2021 10:29 0 dîtin
Kobanî | Di encama teqîna mayînekê de 2 zarokan can dan

PeyamaKurd – Li gundekî Kobanî, di encama teqîna mayînekê de 2 zarokan can dan.

Li gundê Siftekê yê ser bi Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ve, mayîn bi 2 zarokan de teqiya û di encama teqîna wê mayînê de, her du zarokan jî can dan.

Ew her du zarokên ku di wê teqînê de can dan, li ber pez bûn, şivantî dikirin.

Navên wan zarokan jî wiha ne; Mihemed Ehmed Hesen ê 15 salî û Mihemed Elî Şêxo yê 14 salî.

Ev demek e gelek kes li gundê Kobanî di encama teqîna mayînan de can didin.

Ji ber wan mayînan, êdî xelk newêre biçe nava zeviyên xwe, bi taybetî li gundên dikevin herêma ser sînor.