Di encama teqîna mayînekê de 2 zarok sehîd bûn
PeyamaKurd – Li gundê Mezin ê navçeya Şêrawayê, do sibehê di encama teqîna mayîneke ji bermahiyên şer de, 2 zarok şehîd bûn.
Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, navê zarokên şehîd bûne wiha ne; Azad Îbrahîm Hisên 12 salî, Diyar Hemo Hisên 11 salî. Herwiha 2 zarok bi navê Hisên Îbrahîm Hisên 9 salî û Nisrîn Mihemed Hisên 12 salî bi giranî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin