Efrîn | Welatiyek di encama teqîna mayînekê de sehîd bû

27 August 2021 13:29 0 dîtin
Efrîn | Welatiyek di encama teqîna mayînekê de sehîd bû

PeyamaKurd – Şêniyekî gundê Beradê yê navçeya Şêrawayê ya herêma Efrînê, di encama teqîna mayînekê de, li gundê Kalûtê şehîd bû.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, şênî Elî Hemreşo 23 salî ji ber ku birîna wî giran bû, li navenda Heyva Sor a Kurdî ya li gundê Burc Qas ê Şêrawayê şehîd bû.

Şehîd Hemreşo ji gundê Beradê ye. Piştî ku ji aliyê hêzên Tirkiyê ve ji gundê xwe hat koçberkirin, berê xwe da Beradê û li wir jiya.

Di nava sala 2020 de hejmara şêniyên ku ji ber mayînan şehîd bûne gihîşt 83 kesan. Herwiha di nava sala 2019an de hejmara qurbaniyan gihîşt 41 şehîd û 158 birîndaran.