Koca: “Em ê 32 hezar xebatkarên saxlemiyê bigrin”

23 March 2020 22:40 0 dîtin
Koca: “Em ê 32 hezar xebatkarên saxlemiyê bigrin”

PeyamaKurd- Wezîrê saxlemiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca piştî civîna Zanistê ya Koronavîrusê ya Tirkiyê ragihand ku derketina derve niha nehatiye qedexekirin lê divê herkes weka ku qedexe hebe tevibigere û heya karibe dernekeve derve. Xalên ku Koca li ser wan axifî weha ne:

-Wê 32 hezar xebatkar ên saxlemiyê bên sitendin. Wezareta darayî erêkiriye.

-Wê cîhazên nefesdan û sitendinê li pey hev bên hilberîn.

-Jimara testên ku hatine kirin 20 hezar û 345 heb in.1236 kes bi vîrusê ketine. 30 kes jiyana xwe ji dest dane. Yên koçkirine ne tenê bi vîrusê çûne her weha nexweşînên wan yên din hebûne û emrê wan zêde ne.

-Di dinyayê de ti welat weka me tênekoşiya ye. Rêxistinên sîvîl bar digrin ser milên xwe. Medya bi hezir tevdigere. Ber li agahiyên gemarî tê girtin.

-Mafên xebatkarên saxlemiyê çi be wê bistînin.

-Bo maskeyan me bi 20 şîrketan re lihev kir. Kesên ku maskeyan depo kiribûn, me avêt ser depoyên wan û stokên wan gelek bûn.

-Me ji welatê Çînê 50 hezar kîtên ku teşxîsê zû datînin da anîn. Heya roja pêncşemê wê 300 hezar kît werin destê me. Em dest bi hilberîna dermanên xwe dikin.

- Dezge û zankoyên ku bo aşiyê hilberînin, çi ji destê me were em ê alîkariya wan bikin. Me bangî wan bo navendê kir û bo wan çi pêwist be, wê wezareta darayî texsîratê neke.

-Alîkariya herî baş ew e ku herkes li mala we bimîne.