Li Fransayê 200 hezar xebatkarên cemaweriyê daketin qadan
PeyamaKurd – Li Fransayê personelên cemaweriyê yên ku li dijî teserûfa ku tê plankirin sala bê li saziyên cemaweriyê were kirin, ketin grevê, 200 hezar kes jî beşdarî xwepêşandanên li seranserê welêt bûn.
Bi banga sendîkayên karkeran ên li Fransayê, xebatkarên cemaweriyê îro li dijî plana teserûfkirina li saziyên cemaweriyê yên sala bê dest bi grevê kirin. Xebatkarên cemaweriyê yên li gelemperiya welêt bi taybet li paytext Parîsê daketin qadan jî daxwazên xwe yên ji bo başkirina şert û mercên xebatê anîn ziman.
Xwepêşandana ku li nêzî avahiya Wezareta Aboriyê Bercy ya li Parîsê destpê kir, li Meydana Îtalyayê bi dawî bû. Xwepêşanderan daxwaz ji hikûmetê kirin ku rêzê li karmendên giştî bigire.
Sophie Binet, Sekretera Giştî ya Sendîkaya Karkerên Giştî (CGT) ku mezintirîn sendîkaya karker a welêt e, di xwepêşandanê de ji rojnamevanan re got ku dê li welêt bi sed hezaran kes ji kar bên derxistin, di nav de sektora giştî û taybet.
Binet têkildarî geşedanên dawî yên siyasî yên li welêt jî got, "Welatê me di nava krîzeke siyasî de ye ku me xemgîn dike" û bang li Serokkomar Emmanuel Macron kir ku dengê sendîkavan û karmendan bibihîze.
Binet ku xwest Macron bi parastina berjewendiyên giştî yên gel erka xwe ya serokatiyê bi cih bîne, diyar kir ku li Fransayê hikûmetek bêyî pêkanîna daxwazên civakî nikare bijî.
Li gorî CGTê zêdetirî 200 hezar xebatkarên cemaweriyê li seranserê welêt beşdarî xwepêşandanan bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin