Li Îsraîlê 300 hezar kes daketin kolanan û gotin agirbest û pevguhertin
PeyamaKurd - Li Îsraîlê, bajarê Tel Avîvê bi deh hezaran welatî daketin kolanan û daxwaza agirbestê û pevguhertina dîl û girtiyan kirin.
Di xwepêşandanê de xizmên dîlên di destê Hemasê de axaftinan kirin û daxwazên xwe vegotin.
Yek ji xizmên dîlên di destê Hemasê de Yar Kicht di axaftina xwe de got: “Dem nemaye. Em daxwazê ji hikûmeta xwe dikin ku rêkeftinê bike. Em daxwazê ji hemû cîhanê, ji her kesî û ji her welatekî dikin ku bi me re bin.”
Xwepêşandana ku nêzîkî 300 hezar kes beşdar bû, bû yek ji mezintirîn xwepêşandana li Îsraîlê.
Sazkirina xwepêşandanê, piştî ku artêşa Îsraîlê duh li Xezzeyê termên 6 dîlan dît hate sazkirin.
Di merasîmên binaxkirina ew dîlên ku hatibûn kuştin de hejmarek balyozên welatên cuda jî amade bûn.
Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Îsraîlê Jacob Lu jî di merasîmê de axaftinek kir û got: “Em teslîm nabin û em ê ji bo rêkeftina derbarê dîlan û ragihandina agirbestê de di zextên xwe de berdewam bin.”
Ji aliyê din ve rêxistina herî mezin a karkerên Îsraîlê Histadrot jî daxwaza greva giştî kir. Bi rawestandina karên xwe yên Frokexaneya Ben Gorionê ya Tel Avîvê wan dest bi grevê kir.
Ji ber vê yekê jî hejmarek geşt hilweşiyan an jî hatin paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin