Xwepêsandanên li Îsraîlê ranawestin: 15 hefte ye bi hezaran kes li kolanan in!

17 April 2023 09:33 0 dîtin
Xwepêsandanên li Îsraîlê ranawestin: 15 hefte ye bi hezaran kes li kolanan in!

PeyamaKurd – Xwepêşandanên li dijî rêziknameya hiqûqî ya bi nakok a hikûmeta Benjamin Netanyahu li Îsraîlê di hefteya xwe ya 15emîn de berdewam dikin.

Xwepêşandanên ku wek berteka li dijî rêziknameya edlî ya hikûmetê destpê kirin, tevî ku Netanyahu gav avêt jî berdewam dikin.

Bi hezaran kes li gelemperiya welêt careke din daketin qadan û xwestin ku reforma darazê bi temamî bê betalkirin.

Li paytext Tel Avîvê bi deh hezaran xwepêşandêr li kolana Kaplan a navenda bajêr kom bûn. Girseya ku alayên Îsraîlê hilgirtibûn, li dijî Netanyahu û li dijî hikûmetê dirûşm avêtin.

Xwepêşanderan herwiha hewl dan otobana li derdora bajêr ji trafîkê re bigirin. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele li xwepêşanderan kir. Yên hatin desteserkirin jî hebûn.

Di 27ê Adarê de Netanyahu ragihand ku ew rêziknameya dadrêsî taloq dike ku bû sedema protesto û grevê.

Bi deh hezaran kesên diyar kirin ku reform wê derbeyê li demokrasiya welêt bixe, 15 hefte ye çalakiyên xwe yên li gelemperiya welêt didomînin.