Koçberê Kurd ê ji Hewlêrê li sînorê navbera Polonya-Belarusê can da
PeyamaKurd - Koçberekî Kurd Geyal Dilêr Îsmaîl ê 25 salî ku 14 roj berê ji Hewlêrê derketibû, li ser sînorê navbera Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest da. Malbata wî koçberî daxwaz ji aliyên berpirs ên Herêma Kurdistanê dikin ku ji bo vegerandina termê wî alîkariya wan bikin.
Dilêr Îsmaîl, bavê Geylan ji Rûdawê re gotiye, “Kurê min roja 14ê vê mehê li gel du bira û xwîşkekî xwe û zavayekî me bi fermî ber bi Belarusê ve geşt kirin, lê Geylan şeva borî li ser sînorê navbera Polonya û Belarusê jiyana xwe ji dest daye û heta niha jî termê wî li ser sînor maye.”
Derbarê sedema canjidestdana kurê xwe, Dilê Îsmaîl got, “Kurê min nexweşiya Şekir pê re hebû, dermanê xwe yê du mehan bi xwe re biribû, lê dermanên wî di canteyê zavayê me de bû, ew jî jê veqetiyabû, lewra bi sedema nemana dermanên xwe, jiyana xwe ji dest daye.”
Bavê Geylanê 25 salî diyar kiriye, “Şeva borî tendirustiya Geyaln xirab bû, birayên wî xwestine wî ji sînorê Belarusê derbas bikin û li nexweşxaneyeke Polonya wî çareser bikin, lê piştî derbaskirina sînor, ji aliyê polîsên Polonya ve hatine desteserkirin û bo nav axa Belarusê hatine vegerandin.”
Dilêr Îsmaîl da zanîn, zarokên wî ku 14ê Cotmehê ji Kurdistanê derketine û berê xwe dane Ewropayê, heta niha bêtirî 30 hezar dolar xerc kirine û hêj her li Belarusê ne û daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku alîkariya wan bikin da termê ciwanê xwe vegerînin Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin