Kolberê 16 salî ji ber sermayê can da
Peyamakurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Banê li ser sînor, li devera Hengajelê, xortê bi navê Hîwa Extiyaraldî ku 16 salî bû, ji bo debara malbata xwe kolberiyê dikir lê ji ber sermayê ew cemidî û can da.
Hîwa li ser sînor eşyayên wî yên bazirganiyê li ser pişta wî, ji ber di şevê de rêya xwe şaş kir û ji hevalên xwe bê hemdê xwe veqetiya, car din rêya xwe nedît û roja dinê cesedê wî hat dîtin.
Li gor ajansa Kolber Newsê di sala 2022an de 43 kolber can dane, 215 kolber birîndar bûne û ji ber hêzên asayîşa Îraniyan li wan xistine, % 73 yê kolberan hatine kuştin an birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin