Kolberê nûzewicî Ferîd Rubîna ji sermayê canê xwe ji dest da
PeyamaKurd - Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ragihand ku li Rojhelatê Kurdistanê ciwanekî ku Kolberiyê dike, ji ber sermayê canê xwe ji dest daye.
Hengawê di raporta xwe ya îro de diyar kiriye ku Xortekî gundiyekî parêzgeha Merîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê dema karê kolberiyê kiriye, di kêliya derbazbûna ji ser sînorê Rojhelatê Kurdistan û Herêma Kurdisltanê de, ji ber sermaya dijwar canê xwe ji dest daye.
Di raporta Hengawê de hatiye ragihandin ku xortê kolber ê bi navê Ferîd Rubîna ku ji gundê Çalîser ê li ser sînorê Hencîran ê girêdayî Parêzgeha Merîwanê ye, di dema karê xwe kiriye de rastî sermayeke dijwar bûye û canê xwe ji deslt daye.
Hengawê daye zanîn ku kolberê ciwan Ferîd Rubîna ku piştî 7 demjimêran deng jê nayê bihîstin, dibe cihê gumanan û di encama lêgerînê de, termê wî ji aliyê xelkê deverê ve li çola Hencîranê tê dîtin.
Hate ragihandin ku termê Ferîd Rubîna arasteyî nexweşxaneya Merîwanê kirine.
Hengawê da zanîn ku Ferîd Rubînayê ku bi kolberiyê debara xwe û malbata xwe dike, sê hefte berê zewicîye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin