Kolera li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li nav koçberên Idlibê gelekî belav bûye

12 October 2022 09:41 0 dîtin
Kolera li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li nav koçberên Idlibê gelekî belav bûye

PeyamaKurd – Li bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybetî li nava kampên koçberên Idlib û derdora wê nexweşiya Kolerayê gelekî belav bûye û li ser jiyana xelkê bûye metirsiyeke mezin.

Li gor Rêveberiya Tendirustiya Idlibê diyar kir, yekem haleta pêketina Kolerayê di meha Îlonê de hatiye tomarkirin û ji wê demê heta niha, her roj hejmara pêketiyan zêde dibe. Bijîşkên Idlibê dibêjin, ji bo xweparastina ji vê nexweşiyê, wan dest bi helmeta xwebexşî û hişyariyê kirine.

Rêveberê Tendirustiya Idlibê daye zanîn: “Di 26ê Îlona derbasbûyî de me yekemîn haleta nexweşiya Kolerayê li Kampa Keferlûsîn ya Atma tomar kir. Ev yek bû sedema wê yekê ku em bi hişyarî serederiyê bi rewşê re bikin. Me dest bi kempînên hişyariyê li navçeyên cuda yên Idlib û derdora wê kir. Hejmare pêketiyan rojane zêde dibe. Em yek heta du haletan jî tomar dikin. Kesên nîşaneya vê nexweşiyê li ser wan hebû, me test ji wan re çêkir û testên wan pozîtîv bûn. Derbarê rewşa kerta tendirustiyê li navçeyê, nexweşî ji nişka ve belav bû. Bi rastî şiyana me ya pêşwazîkirina nexweşan tune ye. Me daxwaz ji rêxistinên mirovî û navdewletî kiriye, alîkariyên pêwîst, mîna derman û alavên bijîşkî û tendirustiyê ji me re bişînin, da ku em bikarin rê li ber vê nexweşiyê bigrin.”

Hêjayî gotinê ye, li bakurê rojavayê Sûriyê nêzîkî 4 milyon kes dijîn, bêhtirî milyonek ji wan, li kampan dimînin û di rewşeke gelek xerab de ne, bi gotina tendirustiya navçeyê, tirsa wan ji wê yekê heye ku eger nexweşiya Kolerayê berfiretir di nav xelkê de belav bibe, ew ê rastî karesateke mezin bibin, ji ber sîstema tendirustiya deverê lawaz e.