Erdogan: Me derî ji Esad re negirtiye, em ji Bakurê Sûriyê jî venakisin!

17 July 2023 17:20 0 dîtin
Erdogan: Me derî ji Esad re negirtiye, em ji Bakurê Sûriyê jî venakisin!

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 17ê Tîrmehê beriya destpêkirina serdana xwe ya Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeterê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna rojnamevanî de, li ser hevdîtinê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê got: “Em deriyan ji bo danûstandina bi aliyê Sûriyê re nagirin. Mekanîzmaya çaralî ya ku hatiye avakirin dixebite. Herwiha em ji mijara hevdîtina bi Beşar Esad re jî ne girtî ne. Dibe ku em bicivin."

Erdogan di dewamê de jî destnîşan kir ku ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin û wiha pê de çû: “Mixabin Esed dixwaze Tirkiye ji bakurê Sûriyê derkeve, lê ev yek ne pêkan e, ji ber ku li wir em şerê terorê dikin û em li ser sînorên xwe şerê terorîstan dikin. Yanî heta ku ev terorîst li sînorên me bin, emê çawa ji wir derkevin?”