Koma Nistimanperwerên Kurd li Efrînê nameyek ji ENKSê re pêskês kir

24 July 2021 12:03 0 dîtin
Koma Nistimanperwerên Kurd li Efrînê nameyek ji ENKSê re pêskês kir

PeyamaKurd – Koma Niştimanperwerên Kurd li Efrînê, çend daxwaz bi nameyeke vekirî ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) re pêşkêş kir.

Li gor zanyariyan, Koma Niştimanperwerên Kurd li Efrînê di nameyê de gazinan ji ENKS û nûnerên wê di Itîlafa opozisyona Sûriyê de dikin.

Herwiha di nameya xwe de, kom daxwaza lidarxistina kongreyeke awarte ji bo ENKSê dikin, da ku tê de nûnertiya Efrînê bê serastkirin.

Li gorî nameyê, nûnertiya Efrînê di desteyên ENKS de nîne, ne di serokatiya Encûmenê de û ne di komîteya pêwendiyên derve de û ne jî heta di şandeya danûstandinê ligel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) de.