Li Efrînê koma çekdar Ixwanî xortekî Kurd revand

26 August 2020 11:18 0 dîtin
Li Efrînê koma çekdar Ixwanî xortekî Kurd revand

PeyamaKurd – Li Efrîna dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên milîsên Ixwanî, beriya du rojan xortekî Kurd revandin.

Li gor agahiyên ji Afrinpostê, xortekî Kurd bi navê Xelîl Ibrahîm Necar(21salî) ji şêniyên gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê ji ailyê çekdarên milîsên Ixwanî ve hat revandin û bi cihekî nediyar hate birin.

Di nava meha Tebaxê de pêngavên binçavkirin û revandinê bi rengekî zordar û bê sedem li herêmê zêde bûn û armanca wan a sereke jî bidestxistina pereyan ji xwediyê kesên revandî ye.

20’ê Tîrmehê dewriyeyeke milîsên “polîsên leşkerî” li navçeya Raco, mixtarê navçeyê Xelîl Osman Bekir bi nasnav “Ebû Ibrahîm” (48salî) binçav kir û di ser binçavkirina wî re bêtirî mehekê derbas bûye ku tawana ji wî re hatiye arastekirin hatiye naskirin û çarenûsa wî jî ne diyar e.

Girêdayî heman çarçoveyê, 30’ê Hezîranê istixbarata Tirkî bi kordîneya li gel milîsên “polîsên sivîl” li gundê Dargirê yê Mabetayê bi ser hejmareke malên Kurd de girtin û ew jî wiha ne; 1- Îmad Hisên Qadir 2- Ebdo Mihemed Abdullah 3- Mihyedîn Elîko  4- Cemal Umer Elîko 5- Sebrî Ehmed Mihemed

Welatiyên Kurd ên bi navê Îmad Hisên Qadir, Cemal Umer Elîko û Ebdo Mihemed Abdullah piştî ku fidyeyên malî 400$ dan, hatin berdan. Herwiha welatî Mihyedîn Elîko û Sebrî Ehmed Mihemed hê jî binçavkirî ne û çarenûsa wan ne diyar e.