Serokê koma çekdar a Silêman Sah ji Efrînê hat sirgunkirin
PeyamaKurd –Serokê Koma Firqeya Sultan Silêman Şah Mihemed Casîm ê bi nasnav Ebû Emşê bi sedema tohmetên li ser binpêkirinên li herêmê ji aliyê Komîteya Sêalî ya ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve biryar hat dayîn ji Efrînê were sirgunkirin.
Hat diyarkirin ku komîteya bi navê “Odeya Fermandariya Yekgirtî \ Azim” ya çekdarên girêdayî Tirkiyê biryara dawî derbarê serokê koma Firqeya Sultan Silêman Şah Ebû Emşê daye û ew sûcdar dîtiye.
Komîteyê ragihandiye, Mihemed Casim (Ebû Emşê), Welîd Hisên Casim (Seîf), Malik Hisên Casîm (Ebû Sirac), Ehmed Mihemed Xoce, Amêr Azab Mihemed û Hesen Xalid Setûf bi gendeliyê hatine sûcdarkirin û komîteyê biryar da Welîd Casim û Ehmed Xoce bên berdan û Amir Azab Mihemed jî piştî dayîna 15 hezar dolar ji bo kesê bi navê Ehmed Elî Faris were berdan.
Ebû Emşe serokê milîsên Sultan Silêman Şah e û ji dema dagîrkirina Efrînê ve bi sedan welatiyên Kurd revandine û bacên giran li gundiyan sepandine û destê wî di kuştina Cîgirê Serokê Encûmena Xwecihî yê Şiyê Ehmed Şêxo û gelek kesên din de heye.
Biryara sirgûnkirina Ebû Emşe û kesên din tê wê wateyê ku ew dikarin li herêmên din ên di bin kontrola Tirkiyê de yên wekî Girê Spî û Serê Kaniyê bicih bibin û li wan deran çalakiyên xwe berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin