Koma rockê Oasis bi turneya cîhanê dîsa vedigere

27 August 2024 12:55 0 dîtin
Koma rockê Oasis bi turneya cîhanê dîsa vedigere

PeyamaKurd - Endamên koma mûzîkê ya rockê ya Îngilîz Oasis li hev civiyan û biryar dan ku komê ji nû ve damezirînin.

Komê, piştraskirina ji nû ve damezirandinê bi gotina “Çek bêdeng bûn. Stêrk ketin rêzê û bendemayîna dirêj bi dawî bû. Werin bibînin. Wê di TVyan de neyê weşandin” ragihand.

Koma rockê ku mohra xwe li salên 90î xistibû da zanîn ku ew ê di 2025an de dest bi geşta konsertan a cîhanê bikin.

Noel Gallagher û Liam Gallagherê ku birayê hev in û du hîmên damezrînerên komê ne, ji ber ku pevçûbûn û ji hev xeyidîbûn, ji 2009’an ve nehatibûn cem hev.

Her du birayan, ji nû ve damezirandina Oasisê bi du daxuyaniyên cuda yên li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihandin.

Brayan, bi ser hesabên xwe yên Xê, vîdeoyeke performansên klîpên xwe yên kevn weşandin û bi gotina “Ev yek wî dîsa bibe” mizgîniyê dan hezkiriyên xwe.

Geşta konsertan a cîhanê

Komê her wiha ragihand ku di çarçoveya turneya cîhanê de, di 2025an de li 5 bajarên Brîtanya û Îrlandayê wê konsertan bidin û di dawiya 2025an de jî wê dest bi konsertên derveyê Ewropayê bikin.