Komeke çekdar êrîsî rêbendeke hêzên HSDê kirin

22 August 2020 14:38 0 dîtin
Komeke çekdar êrîsî rêbendeke hêzên HSDê kirin

PeyamaKurd - Komeke çekdar êrîşî rêbendeke hêzên HSD li gundê Cedîdet Ikêdat li rojhilatê parêzgeha Dêrezorê kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şeva derbasbûyî, komeke çekdar, ku nasnameya wê nehatiye zanîn, êrîşî rêbendeke hêzên HSDê li gundê navborî kiriye.

Heman çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku piştî wê êrîşê şer û pevçûn di navbera şervanên HSDê û çekdarên koma êrîşkar de derketine.

Heta niha tu zanyarî di derbarê encamên wê êrîşê û şer û pevçûnan nehatine zanîn.

Di nava çend hefteyên derbasbûyî de, hin alozî li sê bajarokên rojhilata Dêrezorê derketibûn.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî roja Çarşemê, serdana wê navçeyê kiribû û ligel saziyên serbazî, sivîl û rûsipiyên wê civiyabû û rewşa wê ligel wan gotûbêj kiribû.