Komisyona Bilind a Hilbijartinan îro encamên destpêkê radigihîne
PeyamaKurd – Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê, rêjeya beşdariya dengdêran ragihand û da zanîn, îro wê encamên destpêkê ragihînin.
Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Serbixwe ya Iraqê destnîşan kir, rêjeya beşdariya dengdêran di hilbijartinên pêşwext ên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, % 41 bû.
Komisyonê diyar kir, ew ê îro di saet 15:00an de, encamên destpêkê yên hilbijartinan diyar bikin, piştî du hefteyên din jî piştî lêkolînê di giliyan de bike, wê encamên dawiyê ragihîne.
Herwiha Komisyonê destnîşan kir, di dengdana taybet de, 16 gilî û di dengdana giştî de, 58 gilî hatine tomarkirin.
Wek Herêma Kurdistanê, aliyên Iraqî jî ji piştî bidawîbûna proseya dengdanê, her aliyekî encamên xwe yên taybet belav kirin, lê belê Komisyonê hişyarî di vê derbarê de da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin