Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dema dawî ya tomarkirina namzedan eskere kir
PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê raxuyaniyek derbarê dema hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de belav kir.
Di daxuyaniya ku îro 8ê Nîsanê hatiye belav kirin de tê gotin, dema tomarkirina hevpeymaniyên siyasî heta 17ê Gulana 2021ê ji bo hilbijartinên pêşwext namzedan tomar dike.
Komîsyona Hilbijartinê herwiha ragihand, hilbijartinên pêşwext di roja hatiye diyar kirin de wê birêve biçe û ji aliyê yasayî ve nabe guhertin di roja hilbijartinan de bê kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêşî ji bo hilbijartinên Iraqê 6ê Hezîrana 2021ê diyar kiribû û piştre ji bo roja 10ê Cotmeha 2021ê encamdana hilbijartinan hatibû paşxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin