Komîteya Karûbarên Sehîdan: Mûçeyên sehîdan nayên birîn
PeyamaKurd - Komîteya Karûbarên Şehîd, Jenosdî û Zindaniyên Ziyasî li Parlamana Kurdistanê ragihand, li gor projeyasaya çaksaziyê mûçeyê şehîdan nayê birîn, lê tê rêkxistin û got ku eger kesekê mûçeyê şehîd û zindaniyê siyasî hebe, divê yek ji wan hilbijêre.
Serokê Komîteya Karûbarên Şehîd, Jenosîdû Zîndaniyên siyasî li Parlamana Kurdistanê Sewsin Mihemed ragihand, “Beşek ji kesûkarên şehîdan û zindaniyên siyasî xelet têgihiştine li ser projeyasaya çaksazî. Hin kes jî bi qestî dixwazin kesûkarên şehîdan ên serbilind xelet têbigihînin. Lê mûçeyê tu kesekê nayê birîn û tenê tê rêkxistin.”
Sewsin Mihemed dibêje, ew kesên ku mûçeyên şehîdan û zîndaniyên siyasî werdigirin, pêwîst e yek ji wan hilbijêr in û amaje bi wê jî dike ku ev li ser daxwaza wan e û diyar dike, “Lê eger kesek fermanber be, mûçeyê zîndaniyên siyasî her dimîne.”
Projeyasaya çaksaziyê ji aliyê hikûmetê ve bo parlamentoyê hatiye şandin û heta niha li parlamentoyê xwendina yekem li ser hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin