Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, îro dicive
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê qada siyasî ya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoyê, ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê dicive.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Komîteya Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê, îro dê ji bo nirxandin û amadekirina raporteke ji bo xwendina yekem a çend pêşniyazên sererastkirina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bicive.
Hat diyarkirin ku yek fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Goranê û hejmarek parlamenteran ev projeyasa pêşkêş kiriye.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq jî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got,
“Aliyan heta radeyekê li hev kir û dê di demeke nêzîk de dest bi pêngavên sererastkirina yasaya hilbijartinan bikin. Ez hêvî dikim ku îsal hilbijartin bên kirin.”
Endamê Polîtburo û Berpirsê Nivîsgeha Rêxistina Hewlêrê ya PDKê Serbest Lezgîn jî beriya çend rojan ragihandibû ku civînên Silêmanî û Hewlêrê, bi armanca lihevkirina di navbera partî û pêkhateyan de tê kirin heta ku îsal hilbijartin bên kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin