Li Parlamentoya Kurdistanê, dewreya yasayî bi dawî bû

02 July 2023 21:00 0 dîtin
Li Parlamentoya Kurdistanê, dewreya yasayî bi dawî bû

PeyamaKurd- Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê, Parlamentoya Kurdistanê ji îro pê ve xebatên xwe yên fermî bi dawî kir. Li gorî qanûnê, parlamenter dikarin ji mafê teqawîtbûnê sûd werbigirin.

Sekretera Parlementoya Kurdistanê Muna Kahvecî ragihand ku li Parlementoya Kurdistanê xebatên 5emîn  a dewreya yasayî bi dawî hatin.

Muna Kahvecî destnîşan kir ku dê ji parlamenterên ku li gorî qanûnê mafê teqawidbûnê hene re nameyeke fermî bê şandin.

Di Parlamentoya Kurdistanê de bi giştî 111 kursî hene ku 11 ji wan kursiyên kotayê ne.

Di rûniştina 5emîn a qanûndanînê ya Meclîsê de 46 qanûn hatin qebûlkirin. Lê tê gotin ku ji wan 5 kes bi biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê dê nederbasdar bên dîtin.

Her wiha hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku diviyabû par li Herêma Kurdistanê bihata kirin, ji ber nakokiyên di navbera partiyan de hatibûn bipaşxistin. Ji ber vê sedemê Meclîsê di Cotmeha 2022yan de biryara dirêjkirina 1 salekê dabû.

Lê Dadgeha Federalî ya Iraqê di 30ê Gulana 2023yan de li ser serlêdana parlamenterên Nifşê Nû, biryara dirêjkirina erka parlamentoyê ji bo salekê da ku "nedestûrî" ye.