Komîteyek bo çareserkirina ava vexwarinê ya Çemçemalê hat avakirin

18 January 2021 14:01 0 dîtin
Komîteyek bo çareserkirina ava vexwarinê ya Çemçemalê hat avakirin

PeyamaKurd –  Hikûmeta Herêma Kurdistanê, komîteyek bo çareserkirina ava vexwarinê ya Çemçemalê ava kiriye.

Qaymeqamê bajarokê Çemçemal ê Herêma Kurdistanê Remek Remezan daye zanîn, piştî ku me par daxwaz ji serokatiya Herêma Kurdistanê, Parlemento û Hikûmeta Kurdistanê kir, bo arîşeya ava Çemçemalê çareser bikin, Encûmena Wezîran komîteyek bo vê meselê ava kiriye û dixwaze vê arîşeyê bi yekcarî çareser bike.

Qaymeqamê Çemçemalê diyar kir, do komîteya Hikûmetê serdana qaymeqamtiya Çemçemal kir û got, me jî behsa wê arîşeyê ji wan re kir û me pêşniyar û daxwaziyên xwe ji re anî ziman. Ew ê jî di civîna Encumena Wezîran de, li ser gotûbêj bikin û çareyekê jê re bibînin.