Komîteyek ji bo lêkolînkirina bûyera vêketina agirê Dadgeha Pêdaçûnê tê avakirin
PeyamaKurd – Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir, îro danê sibê agir bi jûra dadwerekî Dadgeha Pêdaçûnê ya li qatê duyem a avahiya Encûmena Dadweriyê ket û komîteyek ji bo lêkolînkirina bûyera vêketina agir tê avakirin û encaman radigihîne.
Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê, îro bi daxuyaniyekê da zanîn, îro danê sibê agir bi jûra dadwerekî Dadegha Pêdaçûnê ya li qatê duyem a avahiya Encûmena Dadweriyê ket û piştî tîmên agirkujê gihîştin cihê bûyerê, agir hat kontorlkirin û vemirandin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di bûyera vêketina agir de, tu ziyanên canî çênebûn û ziyan tenê madî bûn.
Encûmena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê herwiha destnîşan dike, komîteyek ji bo lêkoklînkirina vê bûyerê tê pêkanîn û pişt re jî wê encaman rabigihîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin