Sûdanî ji bo biryarên Dadgeha Federal komîteyekê ava dike
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo pêdaçûna biryarên Dadgeha Federal a Iraqê, komîteyekê ava dike.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ji bo avakirina komîteyeke pêdaçûnê di projeyasaya Dadgeha Bilind a Federalî de, Şêwirmendê Karûbarên Destûrî erkdar kir ku hikûmetê di sala 2015an de amade kiribû, lê nehatibû pesendkirin.
Hate diyarkirin, hikûmetê projeyasayek amade kiriye û hewl daye pêdaçûnê di hinek deq û babetan de bike ku di xulên berê yên Parlamentoya Iraqê de, cihê nerazîbûnê bûn.
Sûdaî da zanînt ku ev projeyasa di warê naverokê de, hatiye pêşxistin û destnîşan kir, Hikûmet cidî ye ku bi hemû hêzên siyasî û niştimanî re derbarê vê projeyasayê de şêwirê bike.
Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, gelek caran biryarên ku dibin sedema aloziyan dide ku tê gotin, di bandora Îranê de wan biryaran der dide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin