Partiya Turkmen: Biryarên Dadgeha Federal siyasî ye û nedestûrî ne
PeyamaKurd – Partiya Çaksaziya Turkmen, îro 25 Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryarên Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê siyasî ne û li dijî destûrê ne.
Partiya Çaksaziya Turkmen, piştî hejmarek partiyên û biryara PDKê ya vekişîna ji hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî helwesta xwe ya dijî biryarên Dadgeha Federalî eşkere kir.
'YNKê daxwaza rakirina kotayê nekiriye'
Di daxuyaniya hatiye belavkirin de hatiye gotin, di giliyê YNKê yê bo dadgehê de her ku daxwaza hilweşandina kursiyên kotayê nehatiye kirin jî dadgehê biryareke wiha daye.
Herwiha hatiye diyarkirin, YNKê daxwaza ji nû ve dabeşkirina kursiyan kiribû, lê dadgehê bi awayekî eşkere yasayên darazê jî binpê kirine û biryara hilweşandina sîstema kotayê daye ku li dijî xalên 49/1 ;û 125 ên destûra Iraqê ye.
Partiya Turkmenî bangewazî li hemû aliyên siyasî kir ku mafên pêkhateyên Herêma Kurdistanê biparêzİn û destûrê nedin cudaxwazî bo wan bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin