Ednan Muftî: Biryarên Dadgeha Federal siyasî ne, xwe xistiye sûna parlamentoyê

08 April 2024 16:24 0 dîtin
Ednan Muftî: Biryarên Dadgeha Federal siyasî ne, xwe xistiye sûna parlamentoyê

PeyamaKurd- Serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê Ednan Muftî, derbarê biryarên Dadgeha Federalî yên dijî Herêma Kurdistanê de got, beşek ji biryaran siyasî ne, hin biryarên din jî erkê parlamentoyê ne, lê dadgehê xwe kiriye xwediyê wan.

Serokê xula duyem a Parlamentoya Kurdistanê û endamê berê yê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî daye xuyakirin: “Hinek ji wan biryaran sînorên xwe derbas kirine, ji ber ku beşek ji wan biryaran ji desthilata hikûmeta federal ne û beşeke ji wan jî yên yên parlamentoya Iraqê ne, lê Dadgeha Federalî xwe kiriye xwediyê wan biryaran. Ev yek li dijî destûra Iraqê ye.”

Destûr statuya Herêma Kurdistanê diparêze

Muftî got: “Her çend biryarên Dadgeha Federalî, biryarên dawî ne, lê destûr di ser hemû yasayan re ye, destûr qewareya Herêma Kurdistanê û yasayên wê diparêze.”

Ednan Muftî kursiyên pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê de weke mînak bibîr xist û got ku ew bi yasayî hatiye birêkxistin û YNK û PDKê dengên xwe li ser dane, lewra biryara Dadgeha Federal ya nehîştina kursiyên pêkhateyan biryareke siyasî ye û binpêkirina yasaya Herêma Kurdistanê ye.

‘Çima kursiyên kota yên Bexda û  Mûsilê nehatin betalkirin?’

Ednan Muftî diyar kir: “Pirs ev e ku kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê hatin betalkirin, lê çima kursiyên pêkhateyan li Bexda û Mûsilê nehatin betalkirin, ji ber wê em dizanin ku biryarên Dadgeha Federal aliyên wê yên siyasî hene.”

Bi yekrêziyê destkeftên mezin hatine bidestxistin

Ednan Muftî bal kişand ser yekrêziya hêzên siyasî yên Kurdistanê li hember Iraq û welatên cîran û got: “Di wan salan de ku me gotara hevbeş hebûye, Herêma Kurdistanê baş hatiye birêvebirin û xelk jî razî bûye, herwiha destkeftên mezin ji bo gelê Kurdistanê hatine bidestxistin, berî her tiştî mafên ku di destûra herdemî ya Iraqê de hatine bidestxistin.”