Kompaniyeke Kurd li Duhokê di hefteyekê de nexwesxaneya Covid-19 vekir

30 March 2020 17:47 0 dîtin
Kompaniyeke Kurd li Duhokê di hefteyekê de nexwesxaneya Covid-19 vekir

PeyamaKurd – Kompaniyeke Kurd li Duhokê Nexweşxaneya Kavîn a taybet bi vîrusa koronayê vekir ku cihê razandina 45 nexweşan tê de heye û hemû pêdawîstiyên pizîşkî û yekên kargêrî di nava wê nexweşxaneyê de hatine bicihkirin. Hat diyarkirin ku ew nexweşxane di nav 7 rojan de hatiye amadekirin

Nexweşxaneya Kavîn doha Yekşemê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî û Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê û xwediyê kompaniya Kavîn Group hate vekirin.

Parêzgar Duhokê Ferhad Etrûşî got, bîrokeya vekirina wê nexweşxaneyê ya xwediyê Kavîn Group bû û li ser destpêşxeriya wî ev nexweşxane hatiye amadekirin.

Ferhad Etrûşî bal kişand ser ku wan hemû amadekarî ji bo rûbirûbûna belavbûna vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê kirine.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, li Duhokê 9 haletên tûşbûna bi vîrusa korona hatine tomarkirin.

Dîsa ji ber dereketina haleteke tûşbûnê li Komelgeha Qedşê ya ser bi qezaya Amêdiyê têkiliya wî kesî û tûşbûna kesên din, tevahiya wê komelgeha li parêzgeha Duhokê hatiye qerentînekirin.