Wê îsal tenê li Duhokê 23 hezar ton birincê Kurdî bê hilberandin
PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Parêzgeha Duhokê ragihand ku ewpêşbînî dikin, berhemê îsal yê birincê Kurdî bigehe 23 hezar tonan.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Duhokê Ehmed Cemîl got: “Îsal 21 hezar donimên erdî li sînorê parêzgeha Duhokê ji bo çandina birinc hatiye terxankirin û pêşbînî tê kirin berhemê îsal ê birinc bigehe 23 hezar tonan.”
Cemîl diyar kir, “Li nav xwe û derve daxwazeke zêde li ser birincê Kurdî heye û her sal gelek jê ji bo derve tê hinardekirin”.
Her sal birinc li mehên Nîsanê û Gulanê tê çandin û destpêk û nîveka Cotmehê jî tê dirûtin. Ehmed Cemîl da zanîn, li gorî salên 2019 û 2020an, îsal bandora seqayî li ser berhemanîna birincî kêmtir bûye û ji ber kêmbûna bandora hişkesalîyê jî pêşbînî tê kirin berhemê îsal ê birincê Kurdî zêdetir bibe.
Hêjayî gotinê ye, her sal li Herêma Kurdistanê nêzî 300 hezar ton birincê Kurdî tê berhemanîn û tenê li sînorê parêzgeha Duhokê her sal nêzî 20 heta 23 hezar ton tê berhemanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin