Kompaniyên Pfizer – BioNTechê bi YEyê re peymana herî mezin îmze kirin
PeyamaKurd – Di navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û kompaniyên Pfizer – BioNTechê de, peymana herî mezin ya derziya vîrusa Korona hat îmzakirin.
Serokê Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen destnîşan kir, wan û Pfizer – BionTechê ser 1,8 milyar doz derzî li hev kirine.
Von der Leyen diyar kir, Pfizer ya Amerîkî û BioNTech ya Alman, dê derziyan di navbera 2021 û 2023yan de bidin wan.
Nifûsa YE, bi qasî 450 milyon e û ew stok dê bo du salan were karanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin