Komxebata Zimanê Kurdî li Amedê dest pê kir
Peyamakurd - Yekem Komxebata Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partî û rêxistinên Kurd li Amedê dest pê kir.
Axaftinên Komxebata Zimanê Kurdî piştî destnîşankirina dîwanê bi axaftina Şerefxan Cizîrî dest pê kir.
Di komxebata ku dê du rojan dom bike de, nûnerên partî û bizavên Kurdî ên beşdarên Platforma Zimanê Kurdî gotaran pêşkeş dikin û li ser astengî, pêşvebirin, proje û pirsgirêkên zimanê nêrînên xwe raber dikin.
Li komxebata ku tê pêşbînîkirin nexşerêyek were diyarkirin, bêtirî 90 pispor û zanayên ziman jî dê gotarên xwe pêşkeş bikin.
Tê çaverêkirin ku piştî vê komxebata du rojî encamnameyek were ragihandin.
Platforma Zimanê Kurdî 29ê Cotmeha 2018an bi tevlîbûna partî û rêxistinên wekî; Hereketa Azadî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) hatibû avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin