Hereketa Zimanê Kurdî dest bi helmeteke nû kir
PeyamaKurd – Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) dest bi helmeteke nû ji bo ku di werzê duyem ê perwerdehiya Tirkiyeyê de zarokên Kurd "Dersa Bijare ya Zimanê Kurdî Hilbijêrin" kir.
Li gor zanyariyan, ji bo ku zarokên Kurd li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî hilbijêrin, îsal jî wek sala borî helmet destpê kirine. Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi endamên xwe li kolanan digere û banga bijartina Waneya Zimanê Kurdî dike.
Hat ragihandin, helmeta ku di 30ê Berfanbara 2022yan de destpê kir, bi beşdariya 350 xwebexşan didome. Hereketa Zimanê Kurdî diyar dike, yek ji rêbazên xwedîlêderketina zimanê Kurdî jî handana civakê ji bo bijartina waneya zimanê Kurdî ye.
Rêveberê HezKurdê Mehmed Saîd Ozturk ji K24ê re daye zanîn: “Em dixwazin bi milletê xwe bidin zanîn ku mafek wan ê wisa yê yasayî heye û milletê me jî vî mafî bi kar bîne û zarokên Kurd jî fêrî zimanê xwe bibin.”
HezKurd ji bo bigihîje hemû Kurdan 40 hezar belavokên destan çap kiriye û wê vê hejmarê bike 400 hezar. Bi destpêkirina helmetê jî peyamên piştgiriyê bo helmetê ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên Kurdan ve jî tên belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin