Konferansek li ser lêkolîneke balkês a zimanê Kurdî hat lidarxistin

02 April 2022 12:33 0 dîtin
Konferansek li ser lêkolîneke balkês a zimanê Kurdî hat lidarxistin

PeyamaKurd Li bajarên Bakurê Kurdistanê, konferansek li ser lêkolîneke balkêş a zimanê Kurdî hat lidarxistin.

Encamên lêkolînê diyar dikin, di nava gelê Kurd de her çiqas daxwaza fermîbûna zimanê Kurdî hebe jî, Kurd êdî bi zarokên xwe re Kurdî naxavin.

Herwiha berpirsê lêkolînê û beşdarên konferansê eşkere kirin, divê demilsdest Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê nexwe yek du nifş şûn de wê neyê axaftin.

Li Tirkiyê ji aliyê Navenda Lêkolênin Kurdî, kompanyeya Rapirsiyê RAWESTê û bi piştevaniya saziya navdewletî ya sivîl Fredherich Ebert Stiftung bi beşdarîya damû dezgehên civakî û nûnerên partiyên siyasî li çar bajarên bakurê Kurdistanê yên wek Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Wanê li ser bikaranîna zimanê Kurdî ya di jiyana rojane de lêkolîneke balkêş hate parvekirin.

Encamên lêkolînê destnîşan dikin, ji sedî 63ê gelê Diyarbekirê, ji sedî 80yê gelê Mêrdînê, ji sedî 67ê gelê Wanê, û ji sedî 54ê gelê Rihayê zaravayên Kurdî Kurmancî û zazakî diaxawin. Li gorî heman lêkolînê li Diyarbekirê axaftina Kurdî bi dê û bavan re ji sedî 32, bi zarokan re jî di asta ji sedî 8,8ê de ye. Li Wanê axaftina Kurdî bi dê û bava ji sedî 30 ya bi zarokan re ji sedî 7,4 e. Li Mêrdînê axaftina Kurdî bi dê û bavan ji sedî 35 ya bi zarokan re jî ji sedî 15 ye. Li Rihayê jî axaftina Kurdî bi dê û bavan ji sedî 16,4 bi zarokan re jî ji sedî 4,6 e.

Li gorî encamên lêkolînên ku li çar bajarên bakurê Kurdistanê hatine kirin, ji sedî 85ê wan bajaran dixwazin di şaredariyan de xizmetgûzarî bi zimanê Kurdî bê kirin. Ji sedî 85ê wan dixwazin li dibistanan de perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn û ji sedî 85ê wan dixwazin zimanê Kurdî bibe zimanê fermî. Lê berpirsê vê lêkolînê dibêjin beramberî van daxwazan axaftina Kurdî jî her ku diçe kêm dibe.