Konseya Ewlehiya Kurdistanê ji bo bûyera li Kelarê got ku PKK li pist bûyerê ye

16 July 2024 22:17 0 dîtin
Konseya Ewlehiya Kurdistanê ji bo bûyera li Kelarê got ku PKK li pist bûyerê ye

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiya Herêma Kurdistanê li ser bûyera roja Duşemê ku li navça Kelarê bombe xistin bin ereba berpirsê PKDê yê Kelarê Ekrem Salih ragihand ku bûyerê PKK kiriye. Konsey li ser bûyerê bi nivîskî daxwuyanî da û got:

“Di bicîhkirina bombeyê de rast e rast berpirsê PDK kirine hedef, PKK endamên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiriye hedef û wan dikuje.

PKK di salên berê de jî endamên hêzên Kurdistanê û hemwelatiyan kiriye hedef û hinek ji wan şehîd xistine. PKK bi van kiryaran jî nerawestiyaye, bazarên Kurdistanê şewitandine. Ji Herêma Kurdistanê û bazirganên Kurdistanê re zerarê dane.”

Di dewama daxwuyaniya xwe de konsey hişyariyê dide PKKê û weha dewam dike:

“Van tevgerên PKKê dahatûya herêmê dixe talûkê. Eger tevger dewam bikin wê bê bersiv nemînin û ji her encamê serpereştên rêxistinê berpirsin.”

Daxwuyanî bi sedema li bajarê Silêmaniyê li îdara Germiyanê, li navça Kelarê do seet di 09.50an de bombe xistibûn ereba berpirsê PDKê yê Kelarê Ekrem Salih hat dayîn. Erebe teqiyabû û camên xaniyên der û dor şikestibûn.

Di wexta teqînê de Ekrem Salih ne di ereba xwe de bû û erebe di parkê de bû.