Konseya Ewlehiya Kurdistanê: Emîrê DEASê yê ku ketiye nav gelek tevgerên terorîstî hat zîndanîkirin

17 September 2023 00:30 0 dîtin
Konseya Ewlehiya Kurdistanê: Emîrê DEASê yê ku ketiye nav gelek tevgerên terorîstî hat zîndanîkirin

PeyamaKurd – Konseya Ewlehiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji emîrê DEAŞê yê bi navê “Ebu Leyla” Zedan Halife Ahmed Matar ê ku gelek tevgerên terorîstî kiriye, hat zîndanîkirin û bi vîdeokî îtîrafên wî belav kir.

Konsey ragihand ku di 6ê Êlûnê de li ser agahiyên îstîxbaratî operasyon kirine ser û emîrê rêxistina terorîst yê DEAŞê girtine. Hat ragihand ku emîr yê Parêzgeha Dîcle bû ye.

Konseyê ragihand ku Ebû Leyla an ku  Zedan Halife Ahmed Matar di sala 2014an de li bajarê Selahaddînê li navça Şergatê ketiye nav DEAŞê û paşî li Mexmûr, Qerac û Çiyayê Qaraçoxê li hemberê Pêşmerga şer kiriye. Li Qeracê birîndar bûye paşî li Qereçoxê xwe veşartiye, di wê wextê de êrîşê Pêşmergan kiriye, ji bo fidye bistîne xelkê revandiye û ji bo kuştina zavayê xwe fermanê daye.

Matar gotiye ku li Qereçoxê Pêşmerge di sala 2023an de xebatên xwe zêde kiriye û ji ber wê nikaribiye lê bihewe, di wê wextê de du kesên ku çûne masiyan bigrin girtine û yekî ji wan kuştine.