Konsulê Brîtanya û parêzgarê Hewlêrê pirsgirêkên welatiyên xwedî nasnameyên Brîtanî gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê bi parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re civiya û pirsgirêka hemwelatiyên kurd ên nasnameya xwedî nasnameya Brîtanya ne gotûbêj kir.
Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îro 9ê Kanûnê parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw pêşwazî li konsulê giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt kir û di hevdîtinê de parêzgerê Hewlêrê ji ber destbikarbûna wî pîrozbahî lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û pesnên hewldanên konsulxane û balyozxaneya Brîtanyayê kir, bi taybet di pêşxistina pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê de.”
Hat diyarkirin, “Konsulê giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê piştevaniya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û girîngiya berdewambûna hevkariya hêzên Pêşmerge kir, bi taybet di tekoşîna dijî terorîstan de û serxweşiya bi navê xwe û welatê xwe ji malbatên şehîdên piştî êrîşa terorîstên DAIŞê gihand û bal kişand ser rewşa navçeyê bi giştî û bi taybet jî pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.”
Herwiha hat ragihandin ku wek mijareke din a hevdîtinê jî behsa wan hemwelatiyên kurd ên ku nasnameya wan a Brîtanyayê heye û ji ber hin pirsgirêkan di nasnameya wan a Iraqê de û xeletiyên navên wan asê mane û rê ji wan re nayê dayîn ku vegerin Brîtanyayê hatiye axaftin.
Di civînê de, bi amadebûna nûnerê wan hemwelatiyan bi hûrgilî behsa wê pirsê hat kirin û konsulê giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê piştrastî da ku dê pirsgirêkê bigihînin cihê pêwîst û li pey çareseriyê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin