Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê bi rayedarê sereke yê Komara Îslamî ya Îranê re civiya
PeyamaKurd – Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo danûstandinên nukleerî bi Îranê re Enrique Mora, roja Çarşemê li Têhranê bi rayedarê sereke yê Komara Îslamî ya Îranê re civiya.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê di derbarê civîna di navbera Mora û Cîgirê Serokkomarê Îranê Elî Baxerî de agahî belav kir.
Li gor IRNAyê diyar kir, danûstandinên di navbera hêzên cîhanî û Îranê de ji Adarê ve rawestiyane ji ber ku rayedarên Îranê hewl didin vegerin peymana berê ya bernameyê.
Koordînatorê Yekîtiya Ewropayê yê ji bo danûstandinên nukleerî bi Îranê re Enrique Mora, wek navbeynkarek di navbera Amerîka û Îranê danûstandinên li Viyanayê de ji bo vegerandina peymanê ku bi fermî wekî Plana Çalakiya Berfireh a Hevbeş (JCPOA) tê zanîn, rolek sereke lîstiye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, peyman di sala 2015an de di navbera Îran û 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Brîtanya, Çîn, Fransa, Rûsya, Amerîka û Almanyayê de hatibû îmzekirin, lê Washington di bin serokatiya serokê wê demê Donald Trump de di sala 2018an de berî ku sizayên aborî yên giran bisepîne bi awayekî yekalî ji peymanê vekişiyabû, ev yek bû sedem ku Îran dest bi paşvexistina sozên xwe bike.
Herwiha Îranê di dawiya Nîsanê de banga civîneke nû ya "bi lez" kir ku peymanê vegerîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin