Yekîtiya Ewropayê li ser çend xalên sereke yên li cîhanê diqewime dicive

14 August 2020 12:36 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê li ser çend xalên sereke yên li cîhanê diqewime dicive

PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê îro ji bo çend xalên sereke ku li cîhanê diqewime, bi awayekî awarte dicivin.

Sê mijarên germ ên rojevê li ser maseya danûstandinan a wezîrên derve yên welatên Ewropayê ne.

Yekem hilbijartina serokatiya Belarusê ye û xwepêşandanên dijî encamên wan. Alexander Lokaşînko ji sala 1994ê ve li ser kursiya desthilata Belarûsyayê ye û di hilbijartina dawî de jî ku hefteya borî hat kirin, ji sedî 80î dengan bidest xist û bû şeşem car li pey hev dibe serokê wî welatî.

Vê encamê nerazîbûna opozisyona welatê wî li pey xwe anî, û bi kirina saxtekariyê hat tometbarkirin.

Yekîtiya Ewropayê jî piştîvaniya xwepêşanderên Belarûsê dike, û bi heman awayî gumana YE’ê di zelalbûna dengdanê de heye.

Mijareke din ku Yekîtiya Ewropayê danûstandinê bo bike,nakokiyên Tirkiyê û Yûnanê ne li Derya Spî .

Tirkiyê li navçeya avê dest bi gera li petrol û gazê dike, ev jî Yûnanîstan aciz kiriye.

Esîna dibêje ev cihê ku keştiyên Tirkiyê lêgerînê dikin, beşekî sînorê Yûnanê ye û hişyariyê jî dide Enqerê ku eger dest ji wî karê xwe bernede, dê bersiveke tund jê werbigire.

Lê Tirkiye guh nade hişyariyan û amajeyê bi wê yekê dide, ku sînorê lêgerînên xwe berfirehtir dike.

Biryar e Yekîtiya Ewropayê danûstandinê li ser teqîna bendera Beyrûdê û komkirina alîkariya zêdetir bo Lubnanê jî bike.