Îro rojbûna Serok Barzanî ye: Ev in çend xalên sereke yên jiyana wî…

16 August 2019 12:32 0 dîtin
Îro rojbûna Serok Barzanî ye: Ev in çend xalên sereke yên jiyana wî…

PeyamaKurd - 73 sal beriya niha, rojeke wekî îro 16ê Tebaxê, Serok Mesûd Barzanî li bajarê Mehabadê yê rojhelata Kurdistanê û li jêr alaya Komara Kurdistanê ji dayîk bûye.

Serok Mesûd Mele Mistefa Barzanî ango Mesud kurê Mistefa kurê Şêx Mihemed kurê Şêx Ebdulselam kurê Şêx Ebdullah kurê Şêx Tajdîn di 16ê Tebaxa 1946an de li paytexta Komara Mehabadê ji dayik bûye û îro dikeve 73 saliya xwe de.

Serok Barzanî ji zarokatiya xwe ve di nav malbateke welatparêz de perwerde bûye û her li ser wê binemeyê jî rêka jiyanê xistiye pêşiya xwe û ji sala 1962yan ve beşdarî hêzên Pêşmerge bûye û zêdetirî 50 salî pêşmergetî kiriye.

Serok Barzanî di sala 1970an de bûye endamê Komîteya Navendî ya Partî Demokratî Kurdistanê (PDK). Di sala 1979an de piştî koça dawiyê ya Mele Mistefa Barzaniyê Nemir bûye Serokê PDKê.

Di maweyê 73 salên bihurî de roleke kara û mezin a Serok Barzanî hebûye di şorişên Kurdî de û di hewlên deplomatî de ji bo destkeftiyê mafê gelê Kurdistanê.

Cenabê Serok di sala 1986an de ‘Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdî’ nivîsandiye.

Serok Barzanî di sala 1991ê de serpereştiya Raperîna Gelê Kurd li başurê Kurdistanê kiriye. Di sala 2004an de Serokatiya Encûmena Hikûmî ya Iraqê kiriye.

Di 12ê Hezîrana 2005an de li Parlementoya Kurdistanê wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Di sala 2014an de li dijî şerê DAIŞê de fermandetiya hêzên Pêşmerge kiriye.

Di sala 2017an de serkirdayetiya proseya Referandûma Serxwebûna Herêma Kurdistanê kiriye.

Serok Barzanî bi ji bilî Kurdî û zaravayên wê Soranî û Kurmancî, bi erebî, farisî û îngilîzî dizane û bavê 8 zarokan e û ji xwendin û werzîşê hez dike.

Em wekî malbata PeyamaKurd rojbûna Serok Barzanî ji dil û can pîroz dikin û temeneke dirêj û bisihet jê re dixwazin.

Rojbûna te pîroz be cenabê Serok!