Rayedarên Yekîtiya Ewropayê bi mijara koçberan û Îdlibê serdana Tirkiyê dikin
PeyamaKurd - Du berpirsên Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell û Janez Lenarcic bi rojeva peywendiyên YE û Tirkiyê, pêşhatên Idlibê û krîza koçberan serdana Tirkiyê dikin.
Cîgirê Komîsyona Bilind û Nûnerê Polîtikayê Ewlekarî û Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ligel û Berpirsê Maseya Krîzan a Komîseriya YEyê Janez Lenarcic ji bo ‘hevdîtinên bilind’ serdana îro Tirkiyê dikin û pêşhatên dawî guftûgo dikin.
Di rojevê de pêşhatên dawîn yên Idlibê û qeyrana koçberan heye
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve de hatiye gotin, “3 û 4ê Adarê, Cîgirê Komîsyona Bilind û Nûnerê Polîtikayê Ewlekarî û Peywendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell ligel û Berpirsê Maseya Krîzan a Komîseriya YEyê Janez Lenarcic ji bo ‘hevdîtinê bilind’ serdana Tirkiyê dike.
Di serdanê de, şande wê peywendiyên Tirkiyê û YEyê, qeyrana koçberiyê û pêşhatên dawîn yên Idlibê werin guftûgokirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin