Kore berî hevdîtina Trump guherînên mezin dike
PeyamaKurd - Rêvebiriya Koreya Bakur berî civîna 12ê hezîranê ku wê bi Amerîkayê re hevdîtinên terikandina çeka nukleerî û aştiyê bike, wezîrê berevaniyê û pêşengên artêşê guherandin.
Li gor nûçeya ku Yonhapa ajansa nûçeyan a Koreya Başûr dispêre çavkaniyên îstixbaratê Alîkarê Wezîrê Berevaniyê No Kvang-çol anîn şûna Wezîr Pak Yong-sik, Alîkarê Sererkan Ri Yong-gil jî şûna Sererkan Ri Myong-su hat tayînkirin.
Her wiha ji bo Dîrektoriya Buroya Siyasî ya Artêşa Gel a Koreyê şûna General Kim Su-gil, General Kim Jong-gak hat tayînkirin.
Li gor çavkaniyên îstixbaratê rêvebiriya Pyongyangê "ji bo pêvajoya dîplomatîk a demên dawîn kesên ku bikaribin vî karî bimeşînin" hatin tercîhkirin.
Pêşengê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di 12ê hezîranê da li Sîngapurê bicivin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin