Kore ya Basûr û Sa’ûdî Erebistanê peymana bi 2,4 milyar dolarî ya avakirina tesîsa xazê îmze kir
PeyamaKurd – Şîrketa Kora ye Başûr Hyundai ya endazyariyê û avakirinê bi şîrketa Erebistana Saûdî Aramco re, ji bo avakirina seha li El-Cafurayê ya tesîsa xazê bi miqdarê 2,4 milyar dolarî peyman îmze kirin.
Peyman di merasima hevkariya 50 saliya di navbera her dû dewletan de li payîtexta Erebistanê li Riyadê bi tevlîbûna serokê dewleta Koreyê Yoon Suk Yeol hat îmzekirin.
Li gor ragihandina Yonhapê ku çavkaniya bûyera xwe biriye ser ragihandina serokkomariya Kore ya Başûr, bi vê peymanê re şîrketên Kore di sala 2023an de bi Saûdî Erebistanê re bi temamî bi miqdarê 8.6 milyar dolarî peyman girêdane.
Piştî merasimê, serokê Kore Yoon di axaftina xwe de got ku guherînên teknolojîk û daxwazên çaxê, diwazin ku her dû welat hevkariya xwe ya aboriyê kûrtir bikin.
Her weha operatorê portale yê internetê yê Kore, Naver, ji bo şaredariyan û wezareta karên gundan û Îskanê yê Erebistanê ku bajarên Medîne û Mekke jî di nav wan de ne, li 5 bajaran wê plankirina bajaran, xizmetên rêvebiriyê û ji bo xizmetên texmînên lehiyan, bi Erebistanê re li ser 100 milyon dolarî li hev kirin.
Serokê Kore Yoon û welîehdê Erebistanê Muhammed B. Selman di dawiya sala 2022an de li hev kiribûn ku ji bo hevkariya navbera her dû dewletan xwurt bikin, komîteyekî ava bikin. Yoon piştî 4 rojên wî li Erebistanê biqede, wê here Qatarê.
Şîrketa Aramco ya Saûdî Erebistanê gotibû ku seha xazê ya El-Cafura, di Rojhilata Navîn de ji terefê xaza avî de ya herî dewlemende û texmînen tê de 200 trîlyon standart kubik fît xaza xwezayî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin