Koreya Basûr: Koreya Bakur, 2 mosek havêtin sînorên me

17 August 2022 15:31 0 dîtin
Koreya Basûr: Koreya Bakur, 2 mosek havêtin sînorên me

PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên leşkerî yên Koreya Başûr ve hat ragihandin ku ji qerexên Onchon Countyê yên Koreya Bakur, 2 moşek hatine havêtin.

Di agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên leşkerî yên Koreya Başûr ve hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku ew ligel rayedarên leşkerî yên Amerîkayê, li ser hûrgiliyên wekî asta firînê, lêkolînan dikin.

Di agahiyên hatin parvekirn de hat gotin ku Koreya Bakur, duh dest bi amadekariya “Tetbîqatên Mertala Azadiyê ya Ulchi” kiribû ku ev tetbîqat dê di navbera 22yê Tebaxê û 1ê Îlonê de pêk were. Hat zanîn ku di dema van tetbîqatan de ev herdu moşek hatine havêtin.

Koreya Başûr, alîgirê lihevkirinê ye

Serokê Dewleta Koreya Başûr Yoon Suk Yeol, di roja 100î ya ku hatiye erkdarkirin de daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û ragihandibû ku heger Koreya Bakur pêşvebirina çekên nukleerî bi dawî bîne û xwe ji çekên nukleerî safî bike, ew amade ne ku qonax bi qonax ji bo wî welatî alîkariya aboriyê bikin.