Koronayê li Amerîka zêdetirî 10 hezaran kes kustin

07 April 2020 10:07 0 dîtin
Koronayê li Amerîka zêdetirî 10 hezaran kes kustin

PeyamaKurd - Vîrusa koronayê li Amerîkayê zêdetirî10 hezaran kes kuştin û hat zanîn ku vîrus ketiye canê 347 heza kesî.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa koronaya nifşê nû (Covid-19) li Amerîkayê 10 hezar û 335 kes kuştine û ketiye canê 347 hezar kesên din.

Ew vîrusa ji eyaletên Amerîka herî zêde li New Yorkê hatiye tespît kirin.

Walîyê New Yorkê, Andrew Cuomo dabû zanîn ku li wê eyaletê ji ber vîrusê bi qasî 5  hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û kesên tûşbûyî jî jî 130 hezarî derbas kiriye. Bi van daneyê, Amerîka li cîhanê di rêzên pêş de ye.