Kremlîn: Em fikarên ewlehiyê yên Tirkiyê fêm dikin, lê…
PeyamaKurd – Kremlînê derbarê êrîşên asmanî yên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, ragihand ku ew ji fikarên meşrû yên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bo Sûriyê têdigin, lê herwiha hemû aliyan vedixwînin ku dûrî gavên îstiqrar û ewlehiya herêmên bixin xeteriyê bisekinin.
Li gorî nûçeya ajansa Tass a Rûsî Berdevkê Kremlînê Dimitri Peskov, di civîna rojnamevanî de wiha got: "Em ji fikarên Tirkiyê yên dabînkirina ewlehiyê têdigihin û rêzê lê digirin û bawer dikin ew mafê rewa yê Tirkiyeyê ne. Lê belê dîsa jî em hemû aliyan vedixwînin ku ji gavên têkdana îstiqrar û ewlehiya herêmê dûr bisekinin.”
Herwiha Peskov diyar kir ku dibe ev yek wekî bumerangê li xwediyê xwe vegere û hişyariya xerabûna rewşa ewlehiyê li herêmê da.
Peskov, li ser îdiaya Erdogan a ku dibêje, Rûsyayê sozên bo Sûriyê dane bicih neanîne jî got ku nêzîkatiya Tirkiye û Rûsyayê di bicihanîna rêkeftina Soçiyê de cudahiyên Moskow û Enqerê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin