Lavrov: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê sedema operasyonê gavên Amerîka ne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro li paytaxeta Tirkmenistan Akşabatê ji rojnamevanan re li ser êrîşa Tirkiyê ya bi ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyanî dan.
Lavrov got ku ew dê hewil bidin di navbera Enqere û Şamê de rêya danûstandinên vekirin û da xuyakirin, “Em endîşeyên Tirkiyê yên bo ewlehiya sînor fêm dikin.”
Lavrov herwiha got, “Operasyona Tirkiyê ya li bakur û rojhilatê Sûriyê encama gavên ku Amerîkayê li herêmê avêtine ye.”
Wezîrê Rûsî herwiha da zanîn ku ew dê hewil bidin dîyalogê di navbera pêkhateyên Kurd û rêveberiya Şamê de jî bidin destpêkirin û herdu alî jî vê yekê bi erênî pêşwazî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin