Kujerê hêrisa Solîngenê 6 salan li Tirkiyeyê jiyaye

03 September 2024 14:56 0 dîtin
Kujerê hêrisa Solîngenê 6 salan li Tirkiyeyê jiyaye

Peyama Kurd - Derket holê ku kujerê hêrişa bi kêrê ya Solingena Almanyayê Îsa Hesenê ji Dêrezora Sûriyeyê ye, 6 salan li Tirkiyeyê jiyaye.

Di 23yê Tebaxê de li bajarê Solingenê yê herêma Nordrhein Westfalenê ya Almanyayê bi mebesta 650emîn salvegera avakirina bajêr festîvalek hat lidarxistin.

Di festîvalê de penaberê bi navê Îsa Hesen bi kêrê hêrişî beşdarên festîvalê kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Îsa Hesenê 26 salî, beriya hêrişê li bajarê Solingenê li kampeke penaberan dima.

Kujer Îsa Hesen, beriya ku hêrişî xelkê bike vîdeoyeke xwe digire û bangî hevbîrên xwe dike ku jê re serkeftinê bixwazin.

6 salan li Tirkiyeyê jiyaye

Rojnameya Alman Der Spiegelê derxist holê ku Îsa Hesen di navbera salên 2016 û 2022yan de li Tirkiyeyê jiyaye û 2 birayên wî hîna li Tirkiyeyê dijîn.

Rojnameyê da zanîn ku dê û 2 xwişkên wî jî paytexta Sûriyeyê Şamê dijîn.