Asayîsa Rojava: Di hêrisa Tirkiyeyê de ziyana canî çênebû

22 August 2024 15:47 0 dîtin
Asayîsa Rojava: Di hêrisa Tirkiyeyê de ziyana canî çênebû

PeyamaKurd - Piştî hêrişa bi frokeyên bêmirov ên Tirkiyeyê ya li dijî navendeke ewlehiyê ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Asayîşa Rojavayê Kurdistanê di derbarê encamên hêrişê de daxuyanî da.

Dewleta Tirk, îro, danê sibê, bi frokeyên bêmirov li dijî navendeke Hêzên Ewlehiyê ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hêrişeke bombebaranê pêk anîbû.

Asayîş: Ziyana canî tune

Asayîşa Rêveberiya Xweser a bakur-rojhelatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) li ser hêrişa dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Asayîşê di daxuyaniyê de da zanîn ku hêrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê didomin û got: "Dewleta Tirk bi hêrişên ku ewlehî û aramiya gelê me dike armanc. Dewleta Tirk îro bi rêya froıkeyên bêmirov ên keşfê navenda hêzên me ya li bajarê Qamişloyê kir armanc. Di encama hêrişê de ziyana canî çênebû, lê belê  di avahiya hêzên ewlehiyê de ziyana malî çêbû.”

Asayîşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Tirkiye şerekî derûnî dimeşîne û dom kir: “Ev armanckirin şerekî derûnî yê li ser gelê herêmê ye. Artêşa Tirk bi rêya van hêrişan dixwaze me ji pêkanîna erkên me yên li hemberî gel û herêmên xwe dûr bixe, lê belê vîna me ya ji bo berxwedana li hemberî van hêrişên ku ewlehî û aramiya herêmê xera dikin, ji her demê zêdetir û xurtir dibe.”