Kurdê bi navê Nedîm Zehawî bû serokê nû yê Wezareta Darayî ya Brîtanyayê

06 July 2022 12:04 0 dîtin
Kurdê bi navê Nedîm Zehawî bû serokê nû yê Wezareta Darayî ya Brîtanyayê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, ji bo her du wezaretên darayî û tendiristî yên Brîtaniyayê Kurdê bi navê Nedîm Zehawî destnîşan kir.

Wezîrê Darayî Rishî Sunak û Wezîrê Tendirustiyê Sajid Javid, do dest ji kar vekişandin û piştî jikarvekişandina wan, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson, Nedîm Zehawî ji bo her du wezaretan destnîşan kir.

Hêjayî gotinê ye, Nedîm Zehawî di sala 1967an de li Bexdayê di malbatek Kurd de ji dayik bûye û berî bibe Wezîrê Darayî, çend postên din ên bilind di hikûmeta Brîtanyayê de wergirtibûn.

Nedîm Zehawî li ser twittera xwe diyar kir, dema ew hatiye Brîtanyayê, temenê wî 11 salî bû û bi Îngilîzî jî nedizanî, ji ber wê li ew li dibistanê rastî zehmetiyan dihat.