Kurdên Kazakistanê fetara xwe bi hevre vekirin
PeyamaKurd – Li welatê Kazakistanê li bajarê Almatayê bi amadekariya Rêxistina Berbangê, di şîva fetarê de, Kurd bi hevre fetara xwe vekirin. Li ser hatina cem hev ya Kurdên Kazakistanê, serokê Berbangê Ezîz Ziyo Bedirxan ji bo Rûdawê gotiye:
“Li dora 10-15 hezar Kurdên me li Almatayê dijîn. Me îro tev bi hevre fetara xwe vekir. Em ji bo yekîtiya xwe xwurt bikin, hev fêm bikin, ji bo em ziman û ola xwe ji bîr nekin, welatê xwe ji bîr nekin, ji bo adetên xwe ji bîr nekin, em hatin cem hev.”
Piraniya Kurdên Kazakistanê Misilmanin. Parlementerê berê yê meclisa Kazakistanê Wekîl Nebiyev gotiye ku divê di meha Remezanê de hev efû bikin, alîkariya hev bikin û destê xwe bidin muhtacan. Xwedê bibe alîkarê nexweş û kesên di zorê de ne.
Kurdên li Kazakistanê di sala 1937an de, di 1944an de û di salên 1990an de ji Azerbeycanê û Ermenistanê sirgûnê Kazakistanê bûne.
Serokê rêxistina Berbangê Ezîz Ziyo ji malbata Bedirxaniyên Cizîra Bota ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin